Li Îranê ji ber hilweşandina avahiyek 19 kes bû qurbanî

Beriya 4 rojan li başûr rojavayê Îranê, avahiyek hilweşiya, jimara qurbaniyên bû gihaşt 19 kesî.

23’ê Gulanê li eyaleta Xuzistan bajarê Abadan yê Îranê avahiyeke 10 qat, hilweşiya.

Hejmara kesên ku di avahiyê de jiyana xwe ji dest dan bû 19 kes.

Waliyê Abadanê Îhsan Abbaspûr ragihand ku wan 37 kes bi saxî derxistin û birin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku dê karê lêgerîn û rizgariyê dewam bikin.

Back to top button