HPG: Li Zapê leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin

Gerîlayên Kurdistanê li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin û leşkerek hate kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî vê

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17’ê Kanûnê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê li herêma Çemçoyê, tîmên gerîla yên gerok bi çekên giran li dagirkerên xistin.

Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Her wiha heman rojê li nêzî gundê Sîda yê ser bi navçeya Amediyê jî gerîlayan 2 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

Têkildarî êrişên dagirkeriyê jî HGP’ê ragihand;

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî,

bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Back to top button