Rêjeya karbondîoksîtê ya di atmosferê de gihiştiye asta herî bilind.
Ev yek jî rê li ber wê yekê vedike ku rêjeya germahiyê bilintir bibe û bi vê re, lehî, hişkesalî û şewata daristanan zêdetir bibe.
Li gorî rojnameya New York Times, rayedarên Rêveberiya Neteweyî ya Okyanus û Atmosferê ya Amerîkayê da zanîn ku miqdara karbondîoksîtê di atmosferê de ji beriya 4 milyon salan ve, ya herî bilind e.
Stasyonên enerjiyê miqdarên mezin ji karbondîoksîtê berdidin.
Bi giştî di 2021`an ve 36.3 milyar ton karbondîoksît hatiye belavkirin ku di dîrokê de ev rêjeya herî bilind e.
Bilindbûna miqdara karbondîoksîtê dibe sedem ku pileya germahiyê bilind bibe û karesatên ekolojîk wekî lehî, hişkesalî û şewatên daristanan rû bidin.
Zêdebûna vê miqdarê nîşaneyeke din a binketina welatên cîhanê di pêkanîna armanca sereke ya Konferansa Avhewayê ya Parîsê ya di 2015`an de binav dikin.