Meşa Dusseldorfê ya li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî hat lidarxistin.
Di Meşa ku bi dehhezaran Kurdistanî beşdar bûn, êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, bêdengiya navnetewî hat rexnekirin û berxwedana Gerîla hat silavkirin.
Meşa Dusseldorfê ya navendî li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk îro dest pê kir.
Bê navbir diruşmên ”Bijî Serok Apo”, ”Bijî Berxwedana Gerîla” hatin qîrîn.
Organîzatorên meşê, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E bûn.
Meş bi sernavê “li dijî dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî parastina Kurdistanê bike” dest pê kir..
Paşê, meş veguherî Mêtingê û bi hezaran Kurdistanî û dostên wan, bi sirûda ‘Ey Reqîb’ rêz girtin.
Paşê, axaftina hatin kirin, dewleta Tirk û êrişên bi çekên Kimyewî hatin şermezarkirin û bêdengiya hêzên navnetewî hatin rexnekirin.