Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora wî ya li Binarê Qendîlê bi merasîmek girseyî hat bîranîn.
Li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur a li Binarê Qendîlê bi amadebûna malbata şehîd, rêhevalên wî û gelek welatiyên ji Başûrê Kurdistanê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.
Di merasîmê de Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr daxuyaniyek dan û têde ev hat gotin:
“Em soza xwe li hemberî şehîdan dubare dikin ku emê têkoşîna wan berdewam bikin heta bidestxistina Kurdistanek azad ku xewn û xeyala hemû şehîdan.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Faşîzma Tirkiye bi hemû teknîka pêşketî ya şer, bi piştgiriya NATO û xeta xiyanetê li Başûrê Kurdistanê dest bi êrişan kiriye.
Armanca van êrişan tinekirina gelê Kurd û destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan çêbûne ye.
Em ê bi rûhê berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn li dijî dagirkerî û xeta xiyanetê têkoşînê bilindtir bikin û Kurdistanê bi parêzin.”