HPG’ê: Li Avaşîn û Metîna 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê çalakiyên xwe yên ji bo silavkirina 30’yê Hezîranê Roja Fedayîtiyê didomînin. Gerîlayan li herêmên Avaşîn û Metîna bi ser kozîk û çeperên dagirkeran de girtin. HPG’ê eşkere kir ku di çalakiyên gerîlayan de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin 4 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên hêzên gerîla yên bi armanca silavkirina 30’yê Hezîranê Roja Fedayîtiyê ku li ser xeta Zîlanê û bi rihê fedayî ê Apocî lidardixin dewam dikin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

29’ê Hezîranê ji du aliyan ve li hêzên dagirker hate xistin ku ber bi qada Kokerê ve di nava tevgerê de bûn. Di lêdana baskê yekemîn de 2 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Di lêdana baskê duyemîn de jî 5 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

27’ê Hezîranê helîkopterên êrişê hewl dan qada Çemço bombebaran bikin. Lê di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

28’ê Hezîranê tîmên me yên gerok bi şêwaza sekvaniyê li dagirkeran xistin ku li Qada Girê Cûdî di nava tevgerê de bûn. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di saetên nîvro de jî li Qada Girê FM dagirkerek ji aliyê hêzên YJA Starê ve bi şêwaza sekvaniyê hate kuştin.

Dîsa heman rojê bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi tûnelên şer ên Qada Girê Cûdî ve werin.

Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin cezakirin û sîstemeke kamera ya mobesse jî hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 28’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi çekên kîmyewî, obus û helîkopteran û 14 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê ên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button