Şêniyên Reqayê Li dijî êriş û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê ragihandin ew amade ne êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.
Hevserokê Komîna Şehîd Îbrahîm El-Deqî ya taxa Firar a bajarê Reqayê, Ehmed El-Nehar dibêje:
”Rewşa awarte ji bo parastina welatiyan û peydakirina stargeh û pêdiviyên tenduristî hatiye ragihandin.
Em ê xwe naspêrin tu aliyan, bi îrade û derfetên xwe yên heyî em ê xwedî li vê axê derkevin.”
Ehmed El-Nehar bang li ciwanan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bi hêza xwe ya leşkerî re bin.
Hevserokê Komîna Taxa Îdîxar a Reqayê Şadî Ehmed jî da zanîn ku ew amade ne li hember êrişan bisekin in.
Dawiyê jî got: ”Xelkê herêmê metirsiya êriş û gefên Tirkiyê nas dikin û ev şer wê bibe şerekî şoreşgerî ji pêkhateyan re.”