Vê sibehê xelkê gundên Şehba û Şêrawaya Efrînê çavê xwe li ser êrişên Tirkiyê vekirin.
Artêşa Tirk a dagirker 7 deverên navborî bi dijwarî topbaran kirin.
Îro artêşa Tirk gundê Xirêbşê, Dêrqaq, Medûn û Şealê yên Şehbayê dan ber topan.
Berî vê êrişê jî gundê Bênê, Soxanekê û Aqîbê yên Şêrawa bûn hedefa êrişan.
Hat ragihandin ku zêdeyî 14 guleyên obîsan li gundên navborî ên Şêrawa ketin.
Her wiha di encama topbaranê de ziyan gihaşt mal û milkên şêniyan.
Doh derengiya şevê jî navbera gundê Hirbil û Um El-Hoş ên Şehbayê bi tankan topbaran kirin.