Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê îro daxuyaniyek der barê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê de da.
Daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên komîn û meclisan û Kongra Star, li pêşiya navenda Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat xwendin û wiha hat gotin:
“Armanca van êrişan têkbirina aramiya herêmê ye ku di encamê de kuştin, talankirin û tirs li herêman çêbûn, nexasim piştî hedefgirtina kesayetên pêşeng ên ku şerê DAIŞ’ê kirine.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hate kirin ku li hember van binpêkirinan helwesteke cidî nîşan bidin.