Li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê çeteyek DAIŞ’ê hat kuştin

Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome.
Li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê artêşa Iraqê çeteyekî DAIŞ’ê kuştin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Yehya Resûl diyar kir ku şeva borî li navçeya Mexmûrê artêşa Iraqê kemînek li pêşiya çeteyên DAIŞ’ê danî.

Yehya ragihand ku di kemînê de li nêzîkî embarên genim yê Mexmûrê çeteyekî DAIŞ’ê hat kuştin.

Yehya eşkere kir ku kemîn bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî hat danîn.

Têkildarî nasnameya çeteyê hatî kuştin ti agahî nehate dayîn.

Back to top button