Tevî topbarana rojane xwendekarên Efrînê yê li Şehba dimînin xwendina xwe temam dikin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê 219 bawername li ser xwendekarên asta amadehî belav kirin.
Duh Desteyê bi şahiyekê bawername li ser xwendekaran belav kirin.
Xwendekarên hatin xelatkirin yên beşên zanistî û wêjeyî bûn.
Şahî li Navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê de ya li navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê li dar ket..
Bi sedan xwendekar û malbatên wan hazir bûn.
Di şahiyê de hevserokê desteyê, Subhî El Ehmed axivî û got:
“Em xwendekarên xwe pîroz dikin.
Em spasiya wan dikin ku xwendin da ku bi ser kevin.”
Paşê bawername li ser xwendekaran hatin belavkirin û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.