Yekîtiya jinên ciwan di bin drûşma “Çareseriya Demê Jin Jiyan Azadî Rêber APO”li bajarê Qamişlo komxebatek li darxist.
Bi armanca şermezarkirina hedefgirtina jinên pêşeng, polîtîkayên desthiladariyê li dijî jinan û şehîdxistina Nagîhan Akarsel de, Yekîtiya jinên ciwan di Jinolojiyê de komxebatkek li darxist.
Komxebat li zanîngeha Rojava bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endamên jinên ciwan, xwendekarên zanîngeha Rojava û endamên jinolojî tevlî bûn.
Jinan tevlî komxebatê bûn diyar kirin ku Dewleta Tirk a dagirkere jinên ku rê li ber azadiya vedikin dikin hedef û wiha anîn ziman:
Desthatdarî ji fikir û felsefiya Nagîha Akarsel ditirsiya ji ber wê jî Nagîhan bi xiyaneta PDK’ê hat şehîdxistin.
Di dawiyê de senevziyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel hat pêşandan.