HPG: Li Zapê 5 leşkerên dagirker hatin kuştin

HPG’ê eşkere kir ku li herêma Zapê di encama çalakiyên gerîllayên wan de 5 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di nava 24 saetên dawî de, artêşa Tirk 2 carên din bi çekên kîmyewî êrişî qadên gerîlla kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniya rojane, encama şerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.

Li gorî vê,

7’ê Mijdarê li Herêma Zapê, dagirkerên li derdora qada Sîda bûn armanca lêdana gerîllayan.

Gerîlla 3 caran bi çekên giran li wan dan.

Di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Heman rojê li qada Şehîd Adil jî dema hêzên dagirker rê çêdikrin, gerîlla li wan dan.

Li vir jî leşkerek hat kuştin.

Li Qada Çemço jî di encama çalakiya sekvaniyê ya gerîllayên jin, leşkerek hat kuştin.

HPG’ê têkildarî êrişan jî ev agahî dan:

7’ê Mijdarê, Herêmên Parastinê yên Medyayê,

2 caran bi çekên kîmyewî û 4 caran bi balafirên şer hatin bombardimankirin.

Back to top button