Qanûna Qeyser..Amerîka li dijî 39 kes û aliyan cezayan feriz dike

DYE’yê dest bi ‘kampanya zexta siyasî û aborî’ ya li ser hikumeta Şamê kir.

Di çarçoveya Qanûna Qeyser de, Serokê Hikumeta Şamê Başar El Esad û hevsera wî jî di nav de li dijî 39 kes û saziyan ‘kampanya zexta siyasî û aborî’ dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezîrê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo, pêkanînên di çarçoveya Qanûna Qeyser de îro bi temamî ketine meriyetê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Kî bi rejîma Esad re kar bike, li ku dibe bila bibe wê liv û tevgera wan bê astengkirin û pêkanînên malî li wan bê ferzkirin.”

Pompeo got,

“Me gelek pêkanîn danîne pêşiya xwe û heta ku Esad û rejîma wî dest ji şerê tund û nepêwîst ê li dijî gelê Sûriyê bernede û hikûmeta Sûriyê çareseriyeke siyasî qebûl neke, em ê ranewestin.”

Piştî vê yekê Fransayê biryar da ku apê Beşar El Esed, Rifet Esed bigirin û heta 4 salan dest deynin li ser mal û milkê wî.

Beriya niha jî hikumeta Fransa doz li Rifet Esed vekiribû.

Back to top button