Li Êlihê bi dirûşma “Ji şer û xizaniyê re na” li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê mîtîngek hate lidarxistin.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP li dijî polîtîkayên şer ên desthilata AKP-MHP û tecrîdê li Parka 8’ê Adarê ya Êlihê mêtîngek li dar xist.
Hevserokê Giştî û parlamenterên Partiyên HDP’ê, DBP, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û bi hezaran kes beşdar bûn.
Mitîngê bi berzkirina “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” û bi tililî û coşek mezin dest pê kir.
Paşê, Koma Rîtmên Azad bi stranên xwe derket ser dikê û hûnerên xwe pêşkêş kirin.
Bernameyê bi axaftinên Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dewam kir.
Hevserokan bal kişandin ser êriş, serdegirtinên desthilatê ya li dijî partiyan, komkujiya li Parîsê û tecrîda li Îmraliyê.
Di axaftinan de hate gotin, desthilatdar bi girtin, binçavkirin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike û bang li herkesî hate kirin ku li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê têbikoşin.
Mêtîng bi stranên hûnermend Kadîr Çat bi dawî bû.