Greva birçîbûnê a ji bo tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Meclisa Kongra Star a taxa Zorava ya Şamê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Di roja 2. de şênî, di nav de endamên Komîteya Lihevanînê û Komîteya Çand û Hunerê yên taxê serdana kesên ketine grevê kir.
Bi navê Komîteya Lihevanînê endamên komîteyê Kîfa Ezîz û Ebdurehman Ferhan axivîn.
Kesên axivîn soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dan.
Piştre berdevka Meclisa Kongra Star Newroz Xelîl wiha axivî: “Em dixwazin ji cîhanê re bibêjin ku têkoşîna me her didome.
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em amade ne bi hefte û mehan jî bikevin grevê.”