Bi Şoreşa Rojava re giranî ji festîvalan re jî hate dayin ku çanda gelan nîşan didin.
Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya 8’emîn di 1-2’ê Adarê de li Qamişloyê tê lidarxistin.
Festîval jî festîvaleke ku keda destan û hunera jinê radixe pêş çavan.
Bi pêşengiya Desteya Çandê ya Herêman Cizîrê û bi piştgiriya komîteyên çand û hunerê pêk tê..
Festîvala ku wê 2 rojan dewam bike, zêdeyî 2 meh in amadekarî jê re tê kirin.
Dirûşmeya festîval jî ‘Bi çanda Jin, Jiyan, Azadî em ê Şoreşa Hunerê Bihûnin’ ..
Berhemên ku wê werin nîşandan divê bi Kurdî, Erebî û Suryanî bin.
Di Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê de wê berhemên ji çîrok, helbest û gotaran bêne nîşandan.
Ji Dîwana Wêjeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşê li ser festîvalê agahî da û got:
“Li gorî sala derbasbûyî îsal amadekariyên hîn berfireh hatin kirin.
Armanca me ya esasî ew e ku piştgiriyê bidin jinan.
Yek ji armancên me ew e ku jin ji aliyê wêjeyî û hunerî ve bi pêş ve biçin. “