Çalakiyên 8’ê Adarê li Minbicê dewam dikin. Jin li benden kontrolê yên li bajêr geriyan û gul li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kirin.
Çalakiyên 8’ê Adarê yên bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve” didomin.
Di vê çarçoveyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê li ser bendên kontrolê geriyan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kirin.
Di çalakiyê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî, meclis û Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.
Her wiha jin li Nexweşxaneya Firatê heta bi Saziya Birîndarên Şer geriyan, gul belav kirin û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Çalakî dê heta 8’ê Adarê dewam bikin.