Belgefîma li ser rêwîtiya nûçegihanê Ajansa ANHA’yê Îsam Ebdullah ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve hatî amadekirin, li Dêrikê hat pêşandan.
Nefel Production dest bi çêkirina belgefîlma li ser rêwîtiya têkoşîna wî kir.
Belgefîl li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya li Dêrikê hat pêşandan.
Bi dehan şêniyên navçeya Dêrikê, malbata şehîd Îsam Ebdullah û endamên Yekitiya Ragihandina Azad di pêşandana belgefîm de amade bûn.
Destpêkê meta şehîd Îsam Fatme Ebdullah axivî û got:
“Ez hêvî dikin ku hevalên wî şopdarên rêya wî bin û bi pênûs û kameraya xwe şerê zihniyeta desthilatdar bikin.”
Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Malva Elî jî axivî û got: “Şehîd Îsam mînaka rastî, welatparêzî û fedakariyê bû.”
Piştre derhênerê belgefîlmê Doz Qamişlo axivî û diyar kir ku şehîd Îsam di oxira teşhîrkirina rastiya dewleta Tirk de şehîd bûye.
Piştî axaftinan, belgefîlm hate pêşandan.
Belgefîlma liser Ş. Îsam Ebdullah 5 Adarê li Dêrikê tê pêşandan