Şandeyek ji Siûdî û Ummanê berê xwe dan Yemenê.
Şandeyan bi lîderên Husiyan yên ku beşeke mezin ya xaka welat kontrol kirin e re civiyan.
8 sal di ser şerê li Yemenê re derbas bû.
Li aliyekê Husiyên piştevaniya xwe ji Îranê digrin û li aliyê din artêşa Yemenê ku Erebîstana Siûdî, Îmarat û welatên din heye.
Li gor nûçeya ajansa SABA ya Husiyan, Serokê Meclisa Bilind a Siyasî ya Hûsiyan Mehdî El-Maşat li paytext Sanayê pêşwaziya şandeyên Uman û Erebistana Siûdî kir.
Meşat ji ber xebatên wê yên navbeynkariyê spasiya Umanê kir.
Meşat her wiha piştrast kir ku ew alîgirê aştiyeke adil û bi rûmet in ku hesreta gelê Yemenê ya ji bo azadî û aştiyê pêk bîne.
Serokê şandeya Erebistana Siûdî jî îşaret bi rola Uman ya di têkliyên pêkanîna aşatiyeke li herêmê de kir.
Uman û Erebîstana Siûdî heta niha derbarê hevdîtinê de daxuyanî nedane.
Berpirsekî payebilind ê hikûmetê li Yemenê di 7’ê Nîsanê de ragihandibû ku bi Hûsiyan re lihevkirinek çêbûye ku agirbestê ji 6 mehan heta salekê dirêj bike.
Her wiha di warê însanî û aborî de berfireh bike û piştre jî diyalogeke siyasî ya rasterast ji bo bidawîkirina şer were kirin.
Husiyên li Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol dikin.
Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.
Di şerê ku 7 sal in li welêt dewam dikin de, nêzî 377 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.