Ji bo kêmkirina nirx û bihayê pêdivîyên jiyanê, gelek deste û komîteyên Rêveberiya Xweser komîteyeke hevpar a nû ava kir.
Erka vê komîteyê jî amadekirina rewşa yekkirina bihayên daneyên xwarinê li herêmên rêveberiyê ye.
Li Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ya Eyn Îsayê civîneke berfireh hat lidarxistin.
Di civînê de Desteya Darayî û Desteya Aborî û Çandiniyê, Gerînendetiya Gumrikê û Komîteyên Darayî yên 7 rêveberiyan amade bûn.
Di civînê de avakirina komîteya hevpar a ji tevahî deste û komîteyên navborî bi navê “Komîteya Siyasetên Gumrikê” ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hat avakirin.
Erka wê komîteyê jî, danîna danasîna bihayên daneyên xwarinê yên derve û hundirê herêmên Rêveberiya Xweser e.
Beşdaran bingehên xebata komîte û erkên wê di dema niha de danîn.
Têkildarî civînê hevseroka Desteya Darayî Selwa Seyid ji ajansa ANHAyê re axivî.
Selwa wiha got:
Armanca avakirina komîteyê, hakimbûna li ser biha, sivikkirina bar li ser şêniyan û hakimbûna li ser bazirganiya li herêmê ye.
hevseroka Desteya Darayî Selwa Seyid tekez kir ku komîte ji îro ve dest bi kar kiriye û dê tevahî xebatên xwe beriya dawiya îsal bi dawî bike.