Rêveberiya Xweser biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê da. Civaka Êzidî ya li Şengalê jî piştgiriyeke xurt dide vê biryarê. Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar dibêje: Ev biryar ji bo civaka Êzidî gaveke girîng e. “Divê weke Rêveberiya Xweser, Iraq jî çeteyên DAIŞ’ê dadgeh bike.”