Akademiya Civaka Demokratîk 6’emîn konferansa xwe li ser asta herêmê li bajarê Reqayê lidar xist.
Konferans bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di konferansê de nameya şehîd Mihemed Xeyrî Durmûş û rapora xebatên akadîmiyê ya du salan hate xwendin.
Piştre gelek axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser girîngiya tevlîbûna li perwerdeyê û şopandina fikrên rêber APO.
Konferans bi pêşnyar û girtina hin biryarên nû bi dawî bû.