Vê sibehê û piştî zêdebûna zehmetiyên şêniyên Hesekê ji bo peydakirina avê, bi dehên sîtêr û erebeyên agirkujê ji Qamişloyê bi rê ketin û hatin bi hawara Hesekê ve.
Serê sibehê karwanê Avê ji Qamişloyê berê xwe da Hesekê.
Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo bi vê gavê rabûye, qene barê peydakirina avê ji ser şêniyên Hesekê sivik bike.
Dê ev av li tax û kampên li bajarê Hesekê were belavkirin.