Cîgirê serokê Komîteya Çandinî û Avdanê Hisên Merdan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî temamî av li ser Iraqê qut kiriye û got:Iraq bi israr e têkiliyên bazirganî û aborî bi dewleta Tirk re qut bike.
Cîgirê serokê Komîteya Çandinî û Avdanê Hisên Merdan têkîldarî qutkirina avê ya li ser Iraqê di kanaleke televîzyonê de agahî dan.
Hisên diyar kir ku dewleta Tirk bi temamî av qut kiriye û ev tişt anî ziman:
“Wezareta Daneyan ne-xwedî tu hêmanan e ku çareseriyê ji krîza avê re bibîne û depoya avê ya Iraqê her tim kêm dibe.
Ji destpêka vê mehê ve, dewleta Tirk av ber-nedaye û bersiv neda danûstandinên Sûdanî û bangên wî yên ji bo berdana avê.”
Merdan anî ziman ku heta dewleta Tirk avê bernede Iraq bi israr e ku têkiliyên xwe yên bazirganî û aborî pê re qut bike û biryarên siyasî yên tund li dijî wê bide.
Ji ber siyaseta Tirkiyê li Iraqê lawirvanî tine dibe û xelk koçî bajaran dibin