Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan, bi dirûşma ” Her zarokek stêrkeke” navenda xwe li bajarê Qamişlo vekir.
Komeleya Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma ” Her zarokek stêrkeke ” navenda xwe li kolana Xelîc a bajarê Qamişlo vekir.
Navend bi beşdarbûna şêniyên bajar, endamên komeleyê, Kongra Star, malbatên şehîdan û endmaên saziyên Rêvberiya Xweser hat vekirin.
Di şahiya vekirina navnedê de, rêvebera Komeleya Stêrk a Parastina Mafên Zarokan Cûliya Xelo axivî û vekirina navendê li hemû zarokan pîroz kir.
Cûliya Xelo got:
Armanca me ya ji vekirina vê navendê ew e ku em zarokan di her awayî de biparêzin.
Şahî bi stran û dîlanên zarokan bi dawî bû.