Şêniyên Kobanê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşna kirin ku emê bi têkoşîna xwe tecrîdê têkbibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Mihemed Bozî diyar kir ku dewleta tirk bi riya tecrîdê hewl dide armanca veqetandina Rêber Apo û gel ji hev bike û wiha dewam kir :”
“Dewleta Tirk a dagirker bila êdî baş bizane ku fikrê Rêber Apo bûye beşeke sereke ya jiyana gelê herêmê, bê ramana wî gelê herêmê nedigihîşt azadiya xwe.
Di demeke nêzîk de jî em ê tecrîdê têk bibin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”
Welatiyê bi navê Mustefa Sidîq destnîşan kir ku derketina Rêber Abdullah Ocalan derbeyeke mezin bû ji dewleta tirk re
Musteva got :” Divê em jî li hember tecrîdê berpirsiyar bin û xwedî li ramanê Rêbertî derkevin.”
Welatiyê bi navê Ehmed Daban jî bang li azadîxwazan kir ku dakevin qadan û serî li hember dijmin hildin, dema aştiyê û pêkanîna armancan e, divê berê xwe bidin Îmraliyê û dîwarên wê bişikînin.