Berpirsê Ragihandina YNK’ê a li Nînovayê Xeyas Surçî da zanîn ku sedema ku koçber venagerin Şengalê, êrişên dewleta Tirkin, divê Hikumeta Herêmê û Iraqê ji bo vegerê asankariyê çêbike.
Berpirsê Ragihandina YNK’ê a li Nînovayê Xeyas Surçî têkildarî astengiyên li ber vegera Êzidiyan axivî.
Xeyas Surçî diyar kir ku ger Êzidî venegerin ser warên xwe, wê karesatek din rû bide û wiha got;
Ji ber ku wê xelkên din werin ser xaka wan.
Ev jî wê bibe sedema guherîna demokrafî ya li herêmê.
Ji bo vê bang li Hikumeta Herêmê û Iraqê dikîn, ti astengiyan ji bo vegera penaberên Êzidî çênekin.
Surçî destnîşan kir ku Şengal bi temamî arame û got:
Astengiya sereke ya li ber vegera koçberan ya ji bo Şengalê, êrişên dewleta Tirkin.”
Xeyas Surçî bang li Hikumeta Iraq û Herêmê kir hewl bidin penaberên Êzidî vegerînin ser warê wan û wiha bi dawî kir:
Niha ji sedî 20 penaber vegeriyane ser herêmên xwe yên li Şengalê.
Lê hê jî beşek ji penaberan li wargehên Herêma Başûrê Kurdistanê û beşek din jî li Ewrupayê mane.”