Navenda Ragihandina QSD’ê bîlançoya 11’ê Cotmehê ango roja sêyemîn ji şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku di berxwedaniya roja sêyemîn de 118 leşker û çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin .
Navenda Ragihandina QSD’ê bîlanço bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê encamên şerê eniyan weha ne:
Di navbera Silûk û Girê Spî de şerê gundên Til findir û Yapsê berdewame.
Heta niha di şer de 11 çete hatin kuştin.
Her weha 2 şervanên me jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.
Li Serê Kaniyê jî şer li gundê Til Helef – elezîziyê – Til erqem – Xirbet Benat – Til Xenzîr – Diwêra bi dijwarî didome.
Di şerê dijwar de heta niha nêzî 94 çete hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn.
Her weha erebeya zirxî ya cûreya BMB hat rûxandin û çeteyên tê de jî hatin kuştin.
Li vê herêmê jî 20 şervanên QSD’ê şehîd û 24 jî birîndar bûn.
Li Kobanê jî di bersivdayîna şervanên me de leşkerek hat kuştin û qerqola dijmin hat rûxandin.
Li Dirbêsiyê û Amûdê jî şervanên me qereqolek şewitandin û erebeya zirxî ya BMB rûxandin.
Di topbarana navbera bajarê Dirbêsiyê û Amûdê de şervanek me şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Êrîşên dijmin yên li ser sînorê Qamişlo jî dewam kirin û bi bersivdayîna şervanan hat têk birin.
Heman demê de li gundê Sêgira seyareyekî dijmin hat şewitandin û gelek ji wan hatin kuştin.
Di encama êrîşa balefira keşfê ya li ser sînor de sivîl şehîd û birîndar bûnhemwelatiyên me yên sivîl şehîd û birîndar bûn.
Li aliyê din bi êrîşên topbarana hawanan de 6 şervan û gelek sivîl birîndar bûn.
Li navenda bajarê Qamişlo jî çeteyên DAIŞ’ê li pêşiya xwaringeha Omerî êrîşek xwekujî pêk anîn.
Li vir jî sivîl şehîd û birîndar bûn.
Li Dêrikê jî artêşa Tirkiyê xwest sînor derbas bike.
Ji ber wê li gundê Qesir Dîb şer rû û 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.
Şervanan li gundê Delavê Kera jî erebeyekî leşkeri rûxandin.
Li gundê Carûdiyê jî di navber me û leşkerên Tirkiyê de şerekî dijwar rû da.
Danê nîvro li gundê Banûkiyê jî şervanên me qereqola dijmin şewitandin, 6 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.
Danê êvarê jî li gundê Dêrika Beravê şervanan noqteyek û erebeyek şewitandin.
Yanî di roja sêyemîn de 11′ ê Cotmehê berxwedaniya şervanên me mezin bûye û bi giştî 118 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û 90 birîndar bûn.
Her weha 23 şervanên me bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn
37 şervan jî birîndar bûn.