Komîteya Koçberên Serêkaniyê da zanîn ku kolandina xendekan û avakirina herêmên leşkerî li seranserî sînor ji hêla dewleta Tirk ve ji bo rewakirina dagirkeriyê û qutkirina xaka Sûriyê ye.
Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:
“Artêşa Tirk a dagirker beriya 3 rojan dest bi kolandina xendeqê li ser sînorê Tirkiyê yê bi ser bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê kir.
Pêvajoya kolandina xendeqê û avakirina herêmên leşkerî yên li ser sînor, ji bo xurtkirina dewleta Tirk a dagirker û parçekirina beşek ji axa Sûriyê ya dagirkirî ye.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku divê dawî li dagirkeriya Tirkiyê li herêmê bê û kar ji bo avakirina herêmeke ewle were kirin.
Her wiha Komîteyê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo şopandina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker tedbîrên berpirsyar bigire.