Derhinerê Başûrê Kurdistan Celîl Zengene jî bertek nîşanî kiryarên hikumetê Başûr da û got: Divê Kurd kesên bi salane dahata Gelê Kurd pêşkêşî welatên cîran ên dijmin dikin, ceza bikin”.
Derbarê mijarê de derhêner û hunermend Celîl Zengene ji ajansa rojnewsê re axivî.
Celîl Zengene diyarkir ku divê Gelê Kurd dijî bê edaletî û çewisandinê bi yek dengî xwedî helwest bin û got:
“Bi salane dahata Gelê Kurd ji bo dijminên Kurd tê dayîn, divê xelk dawî li bêdengiyê bînin, ji ber ku bêdengî û bê helwestî, dîktatoriyê ava dike.”
“Desthilatdarên heremê zêdetirî 10 salin neftê serbixwe difiroşin”
Zengene diyarkir ku PDK nifta ku difroşe dewsa têxe xizmeta gelên başûr, dide tijminê kurdan û got:
“Desthilatdarên herêmê zêdetirî 10 salin neftê bi serbixwe difiroşin, lê heya niha welatî û Gelê Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna mûçe û xirabiya rewşa aboriyê dinalin.
Her wiha desthilatdarên başûrê Kurdistanê bûne sedem ku Gelê Kurd bi temamî destkeftiyên xwe yên dîrokî û xwîna şehîdan ji dest bidin.”
Derhêner Celîl Zengene di dawiyê de bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî zordarî û neheqiyê bêdeng û bê helwest nemînin û got:
“Dijî çewisandinê, pêwîstiya Gelê Kurd bi helwestek cidî heye. Divê Kurd kesên bi salane dahata Gelê Kurd pêşkêşî welatên cîran ên dijmin dikin, ceza bikin.”