Meşa dirêj a ciwanan a ku doh sibehê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiribû, ber bi Girkê Legê ve bi rê ket.
Bi sedan ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest bi meşeke dirêj kirin.
Meşa dirêj a ciwanan ku doh sibehê ji bajarê Qamişlo dest pê kir û wê sê rojan dewam bike, doh êvarî jî gihaşt navçeya Tirbespiyê.
Li wir jî, bi sedan şêniyên navçeyê li deriyê têketina navçeyê kom bûn û pêşwaziya ciwanan kir.
Şêniyên navçeyê, li qada Baxçê Mezin tev li meşa ciwanan bûn.
Li wir koma şehîd Xebat, koma Til Hemîs berhemên xwe pêşandan û beşdaran govend li ber gerandin.
Vê sibê bi pêşwazî kirina gelê Tirbêspîyê, meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbêspîyê derket û di nav kolanên bajêr de ber bi Çilaxa kete rê.
Îro meş wê piştre derbasî Girkê Legê bibe û êvarê li Rimêlan raweste. Li wir wê sînevizyonek li ser jiyana Rêber Apo were temaşekirin.
Roja sêyemîn wê meş li Dêrîkê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Ji Dêrik heta Minbic û Şehba ciwan di meşa dirêj de kom bûne