Bi pêşengiya Komîsyona Jinan a KNK’ê û hin rêxistinên din yên jinan bi navê “100 saliya Peymana Lozan û rola jinan” konferansek hate lidarxistin. Konferans bi gelek pêşniyaran bi dawî bû û Encamnameya wê hate weşandin.
16’ê Kanûnê li Hewlêrê bi navê ‘Sedsaliya Lozan û rola jinan ya di parastina xak û nasnameyê de” konferansek hate lidarxistin.
Konferans li Hola Parlementerên Kurdistanê ji aliyê Komisyona jinan ya KNK û hin rêxistinên jinan yên din ve hate bi rêxistinkirin.
Di konferansê de encamên peymana Lozanê ya li ser jinên Başûrê Kurdistanê, êriş û komkujiyên li ser jinan, rewşa jinên Kurdistanê ya di destûr û qanûnan de hate nirxandin.
Konferans bi gelek pêşniyaran bi dawî û encamnameya wê hate eşkerekirin.
Hin pêşniyazên ku di Konferansê de hatine kirin wiha ne:
- Divê jin li destketiyên gel xwedî derkevin û ji bo parastina ax, welat û nasnameyê bibin xwedî yek helwestê.
- Divê hemû polîtîka û komkujiyên ku li ser gelê Kurd û jinên Kurd hatine meşandin, bên eşkerekirin û belgekirin. Ji bo vê jî pêwîste jin li ser vê mijarê lêkolînên akademîk bikin.
- Ji bo serxistina têkoşîna azadiya jinan divê rola jin di biryargirtin û pêşengiya civakê de bê xurtkirin.\
- Divê Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê qanûnên ku bi bedel û têkoşîna jinan bi destxistine ji bo pêkanîna wan divê çavdêriyê bikin. Pirsgirêka jin di bernameya sereke ya hikûmetê de cih bigre. Di qadên perwerde, tenduristî, civakî û aboriyê de rola jinan hebe.
- Tevî ku 100 sal li ser Lozanê re derbaz bû jî, guhertina demografya û dagirkeriya li ser Kurdistanê berdewam dike. Çand û nasnameya Kurdî di bin metirsiyê de ye, divê jin ji her kesî zêdetir xwedê li ax û nasnameyê derkevin.
- Em daxwaz dikin ku bi lez destûra Herêma Kurdistanê bê amadekirin û mafê jinan û bihevre jiyana civakî bê misoger kirin.
- Başûrê Kurdistanê dikare bibe navenda têkoşîna yekitiya neteweyî û jin dikare roleke mezin di piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê de bilîze.