Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava sala 2023’an de 8 hezar û 992 caran êrîşî gundewarên Efrîn-Şehbayê kirin.
11 gund bi temamî hilweşandin.
Navenda Çapemeniya Hêzên Leşkerî ya Şehabê bîlaçoya êrîşên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê ku sala 2023’an, dijî herêmên Şehba û Efrînê pêk anîne eşkere kirin.
Li gorî mehan, bilançoya êrîşan wiha ye:
- Çilê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di tevahiya mehê de 2 hezar û 139 caran bi obus, hawan û tangan, 4 caran fuzeyan û carekê jî bi dironê êrîş pêk anîn.
- Sibat
Dagirkeran di tevahiya mehê de, 72 caran êrîş pêk anîn.
- Adar
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 45 caran êrîş kirin.
- Nîsan û Gulan
89 caran bi obus, hawan, tang û bombe-avêjan, carekê jî bi dironê êrîş kirin.
- Hezîran
Dewleta Tirk û çeteyên wê 442 caran bi obus, hawan, tank, bombe-avêjan, 3 caran bi fuzeyan êrîş kirin.
- Tîrmeh
Dewleta dagirker û çeteyên wê 282 caran bi obus, hawan, tangan û bombe-avêjan, 2 caran jî bi dronê êriş kirin.
- Tebax
434 caran bi obus, hawan, tangk, fuzeyan û 16 caran jî bi dronan êriş kirin.
- Îlon
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 500 caran bi obus, hawan û tangan, 4 caran jî bi dronê êrîş kirin.
- Cotmeh
Dagirkeran 3 hezar û 143 caran bi obus, hawan, tank, bombe-avêj û fuzeyan, 3 caran jî bi dronan êrîş kirin.
- Mijdar
Mijdarê jî 661 caran bi obus, hawan, tank, bombe avêj û fuzeyan, 3 caran jî bi dronê êrîş kirin.
- Kanûn
Kanûnê hezar û 143 caran bi obus, hawan, tank, bombe-avêjan, 5 caran jî bi dronê êriş kirin.
Di bîlançoyê de hat destnîşan kirin ku di êrîşên salekê yên li ser gundewarên Şehba, navçeyên Şêrewa û Şera yên Efrînê de welatiyek şehîd bûye,
13 jî birîndar bûne,
15 leşkerên Hikûmeta Şamê jî jiyana xwe ji dest dane, 79 birîndar bûn e.
11 gund hatin hilweşandin û jiyan lê nemaye.
Gundên hatine hilweşandin jî evin:
- Gundên navçeya Şera
- Merenaz
- Malikiyê
- Şewarxa
- Tat Maraş
- Gundên navçeya Şehba
- Miniq
- Eyn Deqnê
- Belûniyê
- Hirbil
- Simuqa
- Til Cîcan
- Til Medîq