Şêniyên kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên rojhilatê kantona Dêrazorê bi merşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Meş ji pêşiya meclisa herêma rojhilat a bajarokê Hecîn dest pê kir û ber bi nexweşxaneya giştî ya Hecînê ve guherî mîtingê.
Li wir, hevserokê meclisa herêma rojhilat Selah El-Selman daxuyaniyek xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Bi navê Meclisa Dêrazorê û Partiya Sûriya Pêşerojê hevserokê meclisê Yehya El Elî jî got:
Ev êrişên hovane pîvan û qanûnan nas nakin û siyaseta ‘xaka şewitî’ didin meşandin da ku herêmê wêran bikin, lê bela baş bizanibe ku tu kes nikare vîna me têk bibe.
Bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rêvebera meclisê Muna El-Hamid jî êriş û hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û aborî şermezar kirin.