Çalakiya konvedanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li şengalê di roja 2’emîn de didome.
Pêkahtiyên Ereb yên Şengalê serdana konê çalkiyê kirin û diyarkirin ji bo azadiya Rêber Apo wê têbikoşin.
Çalkiya konvedanê ku bi durişmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şenalê re Xweserî” ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatibû destpêkirin wê sê rojan dewam bike.
Îro jî meclisên gel yên gundê Ereban ên Bîrcarî, Medîban û meclisa jinên Ereb serdan kon kirin.
Endamê meclisa Gundên Ereban, Ebû Seger axivî û got:
“Bi armanca xurtkirin û destek dayînê, me seredana konê çalakiyê kiriye û em tevahiya pêkhateyên Şengalê ji bo azadiya Rêberê Apo têdikoşin.”
Endama jinên Ereb jî Fatima Muhemed tecrîd şermezarkir û got:
“Em bê dengiya NY’ê û saziyên navdeweletî li hemberî tecrîdê şermezar dikin.
Divê di zûtirîn dem de Rêber Apo azad bikin.”