Li Berlînê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî dê di navbera 2-8’ê Adarê de Hefteya Çandê ya Jinên Kurd lidarbixe.
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî li ser çand, huner, nasname, îdeolojî û karakterê berxwedanê yê jinên Kurd hefteyeke çalakiyê lidar dixe.
Hefteya Çandê ya Jinên Kurd wê di navbera 2-8’ê Adarê de pêk were.
Ji Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî Solîn Bêrîvan li ser Hefteya Çandê ya Jinên Kurd agahî da ku wê bi dirûşma ‘Hunera Berxwedanê’ bê lidarxistin û got:
“8’ê Adarê roja bilindkirina berxwedana jinê ya li dijî mejiyê baviksalar e.
Li gorî me têkoşîna jinê bi yekîtî, rêxistiniyê dibe.
Parçeyekî girîng ê jinên Kurd çand û huner e.
Em bi Hefteya Çandê ya Jinên Kurd li bersiva pirsa ‘berxwedan û huner çawa digihêjin hev’ digerin.
Jinên Kurd hem li nava civaka Kurd hem jî jê wêdetir di asta hunerê de bi roleke girîng radibin.
Di navbera 2-8’ê Adara 2024’an de em ê li Berlînê Hefteya Çandê ya Jinên Kurd lidarbixin.”