Kurdistaniyên li Ewropayê bi dostên xwe re cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de baga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên xwe li gelek welat û bajarên cuda cejna Newrozê bi meş û şahiyan pîroz kirin.
Li bajarê Esslîngen ê Almanyayê ciwanan bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) de pêk hatî de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
Gelê Kurd û Yewnan bi hev re Newroz pîroz kirin
Devere din a pîrozbahiya Newrozê jî li paytexta Yewnanîstanê, Atînayê bû.
Gelê Kurd û Yewnan bi hev re Newroz pîroz kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Li 7 bajarên Swîsreyê agirê Newrozê hate dadan
Kurdistaniyên li Swîsreyê jî li 7 bajarên cuda cejna Newrozê bi meş û şahiyan pîroz kirin.
Li bajarên Aaraû, Bîel, Solothûrn, Lûzern, Basel, St. Gallen, Rapperswîl, Wîntherthûr û Bernê Newroz Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Beşdaran piştgiriya xwe ya ji pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirskirêka Kurd re çareserî’ anîn ziman.