Mûrad Karayilan: Dewleta Tirk li perexê bi zanebûn li sivîlan da

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ragihand ku dewleta Tirk ne bi xeletî, lê bi zanebûn komkujiya Zaxo pêk anîye û got; “Iraq, rayedarên Başûr û hemû alî dizanin ku ti pêwendiya PKK’ê bi komkujiyê re tine ye. Rêjîma faşîst bi van êrişan dixwaze gelên Başûrê Kurdistan û Iraqê çavtirsandî bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan têkildarî mijarên di rojeva gelê Kurd de, bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat.

Karayilan komkujiya ku dewleta Tirk 20’ê Tîrmehê li Zaxo pêk anî weke êrişeke bi zanebûn pênase kir û got;

“Li Zaxoyê, mirovên bêguneh bi destê mêtingeriya Tirk hatin şehîdkirin.

Berî her tiştî divê bê zanîn ku dewleta Tirk niha 23 girên Heftanînê dagir kirine û piraniya wan li derdora Perêxê ne.

Yanî li pişt Perexê hêzên mêtinger ên Tirk hene û ji aliyê rojava jî ji xwe sînor heye.

Di vê komkujiyê de hin tişt hene ku pir zelal in:

Ya yekem, tu eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re nîne. Dewleta Tirk li wir serwer e.

Ya duyemîn jî, weke ku rayedarên Iraqî gotin, ev bûyer ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev teqez e.

Ya sêyem, dewleta Tirk ev yek bi xeletî nekir; bi zanebûn lê da. Ev jî teqez e.

Mûrad Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze li Iraqê serdest bibe

Mûrad Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze tirsê li nava gelên Başûrê Kurdistan û Iraqê belav bike wiha dewam kir: “Siyaseta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê û Iraqê serdestiya xwe ava bike. Ji bo vê pêwîstî bi derxistina gel dibîne. Ji bo vê bi salane êrişî sivîlan dike û wan dikuje.

Eger rêveberiya Iraqê dema komkujiyên Qendîl, Şêladizê, Bamernê û nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê bibana xwedî helwest, îro ev bûyer pêk nedihat.”

Mûrad karayilan: Dîroka Tirkiyê bi komkujiyan tije ye

Têkildarî îdîayên dewleta Tirk ên berevajîkirina rastiyan jî Karayilan got; “Tişta ku Tirkiye her tim dike ev e. Li Kurdistanê terorê pêk tîne, lê ji me re dibêje terorîst. Gelê me dikuje, paşê radibe û dibêje ’em sivîlan nakujin’.

Rastiya dewleta Tirk li ser înkar, komkujî û derewan e.”

Karayilan: Komkujiyê ji bo hikûmeta herêmê û PDK’ê firsendek avakir divê bikarbînin

Li ser hebûna dewleta Tirk a li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî Karayilan ev nirxandin kir: “Hejmara navendên leşkerî yên dewleta Tirk derdora 100’î ye. Herî kêm 30 hezar leşkerên wan li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bicih bûne.

Komkujiya Zaxo ji bo hukûmeta herêmê û PDK’ê firsendeke nû peyda kir.

Ger bixwazin, dikarin li hemberî mêtingeriya Tirk rabin.”

Back to top button