Îro sersala Êzidiyan ango cejna Çarşema Sor e.
Bi vê boneyê xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dilsozî şahî li darxistin.
Di şahiyan de peyama têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.
Gelek şêniyên Şehba û koçberên Efrînê jî bi civaka xwe ya Êzidî re şahî pîroz kirin.
Li ser dika şahiyê wateya Çarşema Sor hate şîrove kirin û ev peyam hate dayîn:
“Em ê vê cejnê bikin cejna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û rizgarkirina hemû Êzidiyan ji destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê.”
Pişt re komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.
Li Helebê li qada Kurên Şehîdan a herêma Şiqîfê jî şahiyek bi boneya rojê hate lidarxistin.
Li wir Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso axivî û cejan Çarşema Sor pîroz kir.
Piştre zarok û ciwanên Êzidî sirûdên olî gotin û govend hatin gerandin.
Paşê Rêvebera Yekîtiya Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa axivî.
Li navçeya Amûdê jî Êzidî tev şênî û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser kom bûn û Çarşema Sor pîroz kirin.
Li Tirbespiyê jî nûner û şênxên eşîrên Ereb û partiyên siyasî tev li pîrozbahiyê bûn û Çarşema Serê Nîsanê bi civaka Êzidî re pîroz kirin.