Êrişa polîsên Belçîkayê ya li ser Sterk TV û Medya Haber TV’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî rastî bertekan hat.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê jî êrişê şermezar kirin û gotin: “Belçîkayên bi van kiryarên xwe yên neqanînî yasayên xwe binpê kiriye.”
Êrişa polîsên Belçîkayê ya li ser Sterk TV û Medya Haber TV’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî rastî bertekan hat.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca destekdayîna herdu Kanalan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Kampanya wê 3 rojan bidome û îmzeyên tên komkirin wê pêşkêşî sazî û dezgehên ragihandinê yên navnetewî bên kirin.
Rojnamevanên dixwazin tevlî kampanyayê bibin dikarin xwe bigihînin van hejmarên whatsappê:
Ragihandina Azad ya Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî kiryarên Belçîkayê dan
Li Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrişên polîsên Belçîkayên bertek hebû.
Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna rojnamevan, Navenda Metro û Federasyona Ronus daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.
“Sterk TV û Medya Haber deng û rengê azadiyê ne”
Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate gotin:
“Ev êrişa ne mirovane beriya her tiştî binpêkirina yasayên Belçîka bi xweye ku propagandaya demokrasî, mafê mirovan û rojnamevanan dike.
Em weke rojnamevan û medya xeta azad, ev êrişa pir alî ya dijmin û sîstema dewletê, şermezar dikin.
“Pêwîste Belçîka daxwaza lêborînê ji Sterk TV û Medya Haber bike”
Federasyona Ronus jî bi heman awayî êriş şermezar kir.
Federasyonê diyarkir ku û got ev êriş di salvegera rojnamegeriya Kurdî de pêkhatiye û ev jî hîn zêdetir kesên tevlî vî tawanî bûne dixe ber lêpirsîna exlaqî.
Mexmûr: Ev êrişeke komî ya li dijî doza gelê Kurd e
Rojnamevanên li Wargeha Mexmûrê jî bertek nîşanî kiryarên neqanûnî ya polîsên Belçîkayê dan.
Rojnamevanan bi daxuyaniyekî êrişên li ser çapameniya azad bi tûndî şermezarkirin û gotin:
“Wê ti kes nekare dest dane ser kameraya me û wê ti hêz nekare dengê rastiyê qût bike.”