Artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA‘yê li nuqteyeke leşkerên artêşa rejîmê ya li gundê Til Tewîl ê Til Temir xist, di encamê de 2 leşker birîndar bûn.
Balafirên bê mirov (SÎHA) yên artêşa Tirk a dagirker vê êvarê li nuqteyeke leşkerên artêşa rejîma Sûriyê ya li gund Til Tewîl ê bejahiya Til Temirê dan. Li gorî agahiyan 2 leşkerên rejîmê bi giranî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.