Li Cinêvê, piştgiriya Rêveberiya Xweser hat teqezkirin

2 rojan li bajarê Cinêv ê Siwîsreyê der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dadgehkirin çeteyên DAIŞ`ê de civîn hat lidarxisitin. Di civînê de piştgiriya Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan ve hat destnîşankirin û pêwîstiya beşdarbûna wê li hemû civînên navdewletî yên girêdayî Sûriyê hat teqezkirin.

2 rojan li bajarê Cinêv ê Siwîsreyê der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê de civîn hat lidarxisitin.

Civîn bi amadebûna şandeyekê ji Bakur û Rojhilatê Sûrî, li gel akademîsyen, Saziyên Civaka Sivîl û nûner û balyozên dewletên Ewropayê, hat lidarxistin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Çiya Kurd, berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl û Endama Desteya Partiya Yekîtiya Suryanî Nezîra Gewriya û gelek kesayetên din pêk hat.

Di civînê de dozên bingehîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û rewşa Sûriyê bi giştî hatin nîqaşkirin.

Rewşa Herêmê ya piştî êrîşên dewelta Tikr, hat nîqaşkirin

Şandeya Rêveberiya Xweser di civînê de

Rewş û pêşveçûnên piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê, nîqaş kirin.

Her wiha derbarê

Rewşa li Efrînê de şandeyê diyar kir ku dewleta tirk li Efrînê dizî û talaniyê dike û guhartina demografîk pêk tîne.

Bêdengiya Nevdewletî, aloziya Sûriyê kûrtir dike

Şandeyê teqez kir ku

Bêdengiya navdewletî, aloziya Sûriyê kûrtir dike û nakokiyan zêdetir dike.

Di heman demê de şandeyê ragihand ku

QSD’ê û Rêveberiya Xweser têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên ku piştî êrîşên dewleta Tirk zindî bûn, didomîne.

Di civînê de, mijara girtiyên DAIŞ’î û hevkariya bi Rêveberiya Xweser re, hat nîqaşkirin.

Ji aliyê xwe ve

Nûnerên dewletên Ewropayê, soza dayîna piştgiriyê ji hemû aliyan ve da şandeya Rêveberiya xweser.

Her wiha nûneran da zanîn ku ew ê hewl bidin beşdariya aktîv a Rêveberiya Xweser di civînên navdewletî de dabîn bikin, ji ber ku nimûneyeke çareseriyê ye.

Rêveberî Amade ye ku hevdîtinan bi rêjîmê re bike

Şandeya Rêveberiya Xweser teqez kir ku Rêveberî ji bo çareseriya siyasî amade ye ku hevdîtinan bi Rêjîma Sûriyê re bike.

Back to top button