2. KONFERANSA TEVGERA AZADÎ BI ENCAMNAMEYEKE BI DAWÎ BÛ

2. konferansa Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê ku duh hat lidarxistin bi êşkerekirina encamnameyeke bi dawî bû.

Duh 2. Konferansa Tevgera Azadî ya herêma Kerkûkê bi beşdarbûna 120 delegeyan hat lidarxisitn.

Konferans bi silogana ‘Kerkûkê biryara bi hev re jiyan û xwerêveberiya demokratîk daye’ li hola Lubnan a bajarê Kerkûkê pêk hat.

Di konferansê de Reyan Hemad û Komel Serhed weke hevserokên Meclîsa Kerkuk yên Tevgera Azadî hatin hilbijartin.

Her wiha 19 kesên ku ji bo desteya nû ya meclîsa Kerkuk hatin hilbijartin, 7 ji wan jî Jinin.

Di dawiyê de jî encamanameya konferansê hate ragihandin.

Hinek ji xalên encamnameyê wiha ne;

1-Bi armanca pêşvebirina sîstema xwerêvebirina demokratîk emê rêxistin kirin û xwe rêvebirinê bikin armanca xwe ya sereke ji bo dema bê .

2-Ava kirina komîteyan li gund, bajarok, tax û hemu cihên ku destê me negihiştiyê.

3-Hemû endamên Tevgerê li hemberî valehiya fikir û îdeolojiyê bên perwerde kirin.

4-Emê li ser bingehê prensibên jiyana hevbeş, bi hevre karkirina siyasî a bi hemu pêkhateyên Kerkuk, aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên demokratîk.

5-Emê li hemberî hemu tund û tujiya li ser jinan ya li herêmê der kevin.

6- Emê li hemberî bê karî, bê hêvibûn û koçber buna ciwanan a ji herêmê, hişyarkirin, perwerde kirin û rêxistin kirinê bikin armanca xwe.

7-Emê têkoşînê ji bo eşkere kirina dahatuya çavkaniyên xwezayî ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button