Vîrûsa Corona êdî metirsiyeke mezin li ser jiyana girtiyên li Tirkiyê çêdike.
Rêveberê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan Mazlum Koç, da zanîn ku bi belavbûna vîrûsê li girtîgehan re, gelek girtiyên nexweş hene û rewşa wan giran dibe.
Koç diyar kir ku li girtîgehan di odeya 12 kesan de, 16 girtî dimînin, 4 jî li erdê ne û heta niha li girtîgehan li dijî vîrûsê tedbîr nehatine girtin.
20 saziyên demokratîk, ji bo girtiyên li Tirkiyê bang kir
20 saziyên demokratîk ên li Ewropayê jî, ji ber metirsiya vîrûsa Corona, xwestin girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bên berdan.
Saziyan, bi daxuyaniyekê ragihand ku girtîgehên li Tirkiyê ji ber vîrûsa Corona, yek ji deverên sereke yên metirsiyê li ser heye û hate ragihandin ku ji bo ev vîrûs nebe sedema mirina girtiyan, divê di serî de girtiyên siyasî û hemû girtî li her welatan yekser bên berdan.
Her 20 Saziyên ku daxuyanî dane ev in:
TSP (Platforma Dengê Girtiyan / Ewropa)
AvEG-Kon (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê)
SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst)
YS (Young Struggle)
ATİK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê)
UPOTUDAK (Komîteya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî)
ADHK (Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê)
ADKH (Tevgera Jinan a Demokratîk li Ewropayê)
SYM (Socialist Youth Movement)
ADEF (Federaysona Yekîtiyên Dersimê ya Demokratîk li Ewropayê)
Cîhaneke jiyan lê pêkane
Alinterî-Ewropa
AGEB (Yekîtiya Kedkarên Koçber li Ewropayê)
Kolektîfa Mor-Kizil
PGİ-MLM (Însiyatîfa Ciwanên Partîzan – Marksîst-Lenînîst-Maoîst)
KCDK-E (Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk li Ewropayê)
TJK-E (Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê)
Partiya Şoreşger – Ewropa
ÎnsiyatÎfa Komunên Demokrat ên Şoreşger li Ewropayê
Meclîsa Sirgûnên li Ewropayê (ASM)”