TEVGERA AZADÎ RAPOREK PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTOYA IRAQÊ KIR

Şandeyek ji Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî girtina baregehên xwe îro serdana navenda Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê kir û raporek pêşkêşî parlamentoya Iraqê kir.

Parlementerên Iraq û tevgera goran jî piştevaniya xwe ji bo Tevgera azadiyê anîn ziman.

Şandeyek ji Tevgera Azadî ya Civka Kurdistanê têkildarî girtina baragehên xwe îro serdana navenda parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kir û raporek pêşkêş kirin.

Şande bi parlamenterên Iraqê Yusra Receb, Serkewt Şemsedîn û Behar Mehmûd re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê Tevgera Azadî daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed ve hat dayin.

Bêrîvan diyar kir ku li Iraqê ew tevgereke fermîne û fermiyeta wan heye û got:

“Hêviya me nemaye ku bikarin li Herêma Kurdistanê di warê qanûnî de û bi rêya dadgehan kar li ser girtina navendên xwe bikin. Lewma hewl didin ku bi rêya parlamentoya Iraqê û dadgehên Iraqê çareser bikin.”

Bêrîvan Mihemed eşkere kir ku wê bi rêya Iraqê rêyên pêwîst bi kar bînin û wiha domand:

“Emê li qada navneteweyî lî li ser mijarê rawestin.

Ji ber ku ev êrîş li Herêma Kurdistanê ji bo sînordarkirina azadiyê ye.

Herwiha ji bo destwerdana dewletên dagirker rê xweş dike.”

Piştre parlamentera Tevgera Goran ya Iraqê Behar Mehmûd axivî û got:

“Ti pîvanên qanûnî yên vê biryarê nîne.

Ji ber ku di warê qanûnî de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ji hikûmeta navendî fermiyet girtiye.

Ev fermiyet rê dide li seranserî Iraqê kar bike”.

Leave a Reply

Back to top button