Bi armanca xwebirêxistinkirin û xwebirêveberinê Şêniyên gundê Hermûşiyê yê rojavayê gundewarê Dêrazorê meclisek ava kir.
Meclis bi navê Şehîd Yasîn Taha Hac bi civînekê hat ragihandin.
Di civînê de bi navê hevserokatiya meclis û komînên gundewarê rojavayê Dêrazor axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn behsa rola komîn û meclisan di çareserkirina pirsgirêkên gundan û bajarokan de kirin.
Piştre Emîra Xelef û Fewaz Mihêsin Elî weke hevserokên meclisa gund hatin hilbijartin.
Hevserokan sond xwarin û soza şopandina rêya şehîdan û meşandina xebatê ji bo avakirina civakeke demokratîk dan.