Artêşa Tirk navçeya Til Rifetê topbaran kir

Dîsa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kir, 2 sivîl birîndar bûn û leşekrekî rejîma sûrî hat kuştin.

Nûçgehanê me ragihand ku vê sibehê artêşa Tirk a dagirker gundên Aqîbê, Bênê, Ziyaretê yên naçveya Şêrawa Û gundên Şewarxa, Malkiyê, Meranazê û Îrşadiyê yên navçeya Şera bi dijwarî topbara kirin.

Di encama topbaranê de şêniyê bi navê Mehmûd Sîdo Sîdo birîndar bû.

Li aliyekî din jî leşkerekî rejîma Sûrî hat kuştin.

Duh jî, di topbarana li ser gundê Kefer Nayayê de sivîlê bi navê Xalid Oso yê 42 salî di pişta xwe de birîndar bû.

Her wiha Gundên Girê Spî û nuqteyên rejîma Sûrî jî hatin aramncgirtin.

Back to top button