Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa Coronayê mirine 200 hezar kes derbas kir.
Li gorî daneyên dawî heya niha li cîhanê nêzî 3 milyon kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 200 hezar kes jî mirine.
Li Amerîkayê ku di asta belavbûna vîrûsê di rêza yekemîn de ye, derdora 930 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 52 hezar kes jî mirine.
Her wiha li Îtalya, Spanaya û Fransayê jî li her yek ji wan di navbera 22 hezar û 26 hezar kes bi vîrûsê mirine.
Li seranserî cîhanê, nîvê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine li Amerîka, Spanya û Îtalyayê ne.