Koalîsyona navdewletî ya bi serkêşiya Emerîkayê têkildarî gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûrî daxuyanî da.
Koalîsyonê diyar kir ku ew hevkariya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk li rojhilatê Firatê dewam dikin.
Daxuniya Koalîsyonê wiha ye:
“Misyona koslîsyonê ya li rojhilatê Firatê weke xwe dimîne.
Operasyonên me yên normal berdewam in, têde avakirina nuqteyên çavdêriyê jî.
Em ê heta misogerkirina têkbirina DAIŞ’ê li gel hevkarên xwe bin.”
Koalîsyonê diyar kir ku helwesta Emerîkayê nehatiye guhertin û armanca van propagandayan, derxistina tevliheviyê ye.